İbrahim Atmaca
21 Gulan 2018•Rojanekirin: 22 Gulan 2018
DIYARBAKIR
Şaredariya Bismilê seba remezanê çalakî li dar xist.
Li kêleka Qonaxa Hikûmetê ya Bismilê çadira fitarê hat vekirin û ji welatiyan ra xurek hat îkramkirin, piştra şahiyên remezanê hatin kirin.
Cîgirê Şaredar Qaymeqam Turgay Gulenç daxuyanî da û got ku nêzî hezar û 500 kesî beşdarî bernameya fitarê bûn û diyar kir, di çarçoveya şaredariya civakî da ji bo ku bi welatiyan ra bin heta remezan xelas be, ew ê di hefteyê da du rojan çalakiyan li dar bixin.