Haydar Şahin
09 Tebax 2018•Rojanekirin: 09 Tebax 2018
VAN
Dîwarên Kelha Çawîştepeyê ya dîrokî hilweşiyabûn, ji bo danîna dîwaran xebatan dest pê kir. Li kelha ku bi destê Sardurê 2yan ê Qralê Urartuyan li Wanê hatiye avakirin kupên 2 hezar û 800 salî yên tê da genim, ceh, rûn, zed û şerab dihatin mihefezekirin hene.
Xebatên kolan û restorasyonê yên li Kelha Çawîştepeya li navçeya Gurpinarê ya di heyama Sardurê 2yan ê Qralê Urartyan da hatibû avakirin dewam dikin.
Sûr, bîrên avê, kanalîzasyon, perestgeh û qesrên ji heyama Urartuyan mane eleqeya turîstan dikişînin. Kelha Çawîştepe jî ji wan berheman yek. Hedef ew e ku di seroktiya Prof. Dr. Rafet Çavuşogluyê Hîndekarê Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê da kelhê halê wê yê berê.
Dîwarên bakurê kelha ku tê da pîthosên 2 hezar û 800 salî yên tê da genim, ceh, rûn, zed û şerab dihatin mihefezekirin hilweşiyabûn, dîwar ji nû va wekî eslê wê tên danîn.
Qada depoya lê pîthos hene bi tevahî hildabûn bin parastinê, hedef ew e ku piştî xebatan kelheyê ji turîzmê ra vekin.
Çavuşoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku îsal li qismê li bakur a tê da 3 depo hene dest bi xebatên konservasyon û restorasyonê kirin.
Çavuşoglu got ku ji axa herêmê kerpîçan çêdikin pê dîwarên kelhê yên hilweşiyane datînin û wekî orijînala wê restorasyonê dimeşînin û wiha pê da çû: "Bi taybetî di depoyên bi hejmara 1 û 2yan da 120 pîthos hene. Bilindahiya van pîthosan 2 mêtre berahiya wan jî mêtre û nîvek e. Kêmzêde ton û nîvek amûrên rehn hildidin. Di van kupên hatin dîtin da genim, şerab, rûnê kunciyan, nîsk, tirî û dexl û denên din hatine depokirin. Em dixwazin tevahiyê dîwarê li bakur ê rakin ser piyan."