28 Gulan 2016•Rojanekirin: 30 Gulan 2016
ANKARA
Sererkaniyê ragihand piştî ku 2 rokêt li Oguzeliya navçeya Gazîentabê li eraziyekî vala ketin, hêzên ewlehiyê bi bataryayên rokêtavêjê û topan ên li ser sînor çar kozikên DAEŞa rêxistina terorê yên aliyê Sûriyeyê dan ber guleyan û îmhe kirin.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da hat destnîşankirin ku di saet 10.45an da 2 rokêt li Oguzeliya navçeya Gazîentabê li eraziyekî vala ketin. Hat diyarkirin ku ji ber rokêtên ku ji aliyê Sûriyeyê va hatin avêtin tu kes nemir û birîndar nebû.
Hat diyarkirin ku li ser vê hêzên ewlehiyê bi bataryayên rokêtavêjê û topan ên li ser sînor çar kozikên DAEŞa rêxistina terorê yên aliyê Sûriyeyê dan ber guleyan û îmhe kirin.