İbrahim Atmaca
05 Hezîran 2018•Rojanekirin: 05 Hezîran 2018
AKSARAY
Li Aksarayê servîsa ku karker tê da bûn û tir li hev qelibîn, di qezayê da 20 kes birîndar bûn.
Mîdîbusa ku Eyup Varli diajot û plaqa wê 68 S 0646 e û tira ku Ersîn Akkurt diajot û plaqa wê 50 UT 628 e, li Herêma Sanayiya Organîze ser Bûlwara Mehmet Altinsoy li hev ketin.
Di qezayê da şofêrê mîdîbusê û 19 karkerên ku di servîsê da bûn, birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên Aksarayê û hat gotin ku talûkeya wan tuneye.