Elif Orhan
05 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2019
ANKARA
Hat ragihandin ku di operasyonên ku li bakurê Iraqê dewam dikin de eskerek di encama qezaya çekê de şehîd ket.
Di daxuyaniya ku ji Wezareta Parastina Neteweyî hat dayîn de hat diyarkirin ku operasyonên li bakurê Iraqê dewam dikin û wiha hat gotin:
"Di operasyonên ku li bakurê Iraqê dewam dikin de di encama qezaya çekê de eskerekî me yê qehreman şehîd ket. Xwedê rehma xwe li şehîdê ku di vê bûyera em gelekî xemgîn kirin de mir bike, serê malbata xemdar a şehîdê me, Artêşa Tirkiyeyê û gelê me yê ezîz bike."