23 Îlon 2017•Rojanekirin: 23 Îlon 2017
ANKARA
Hat diyarkirin Hêzên Artêşa Tirkiyeyê li bakurê Iraqê li herêmên Xakurk û Avaşîn-Basyanê dijî kampên PKKya rêxistina terorê derketin operasyona esmanî û di operasyonê da kozikên çekan, sitargeh û depoyên çek û cebilxaneyan hatin îmhekirin.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da hat destnîşankirin do li bakurê Iraqê li herêmên Xakurk û Avaşîn-Basyanê dijî kampên PKKyê operasyona esmanî hat kirin.
Li gor agahiyan di operasyonê da kozikên çekan, sitargeh û depoyên çek û cebilxaneyan hatin îmhekirin.
Wek mayîn hat destnîşankirin do êvarê li herêma Zozanê Feraşînê ya li Gurpinara navçeya Wanê dijî endamên PKKyê operasyon hat kirin û di operasyonê da 2 endamên rêxistina terorê hatin berterefkirin.
Li gor agahiyan hêzên ewlehiyê di operasyonên dijî endamên rêxistinê da ji bo sivîl zirarê nebînin hesas tevdigerin.