Türkan Tosun
12 Mijdar 2018•Rojanekirin: 12 Mijdar 2018
ANKARA
Artêşa Tirkiyeyê (TSK) li bakurê Iraqê li herêmên Zap û Haftanînê duh bi operasyoneke esmanî va 5 endamên rêxistina terorê yên ji bo baregehan amadehiya êrîşê dikirin, berteref kirin.
Li gor daxuyaniya Sererkaniyê li bakurê Iraqê li herêmên Zap û Haftanînê duh operasyoneke esmanî hat kirin.
Di operasyonê da 5 terorîstên ji bo baregehan amadehiya êrîşê dikirin, hatin berteref kirin.
Ji bilî vê depoyên muhîmatan, sitargeh û mewziyên çekan ên rêxistina terorê jî hatin îmhakirin.