Fatih Gazioğlu
04 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2018
BATMAN
Li Gercûşa navçeya Batmanê di êrîşa PKKya rêxistina terorê da 8 esker şehîd ketin, 1yê wan jî birîndar bûn
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan, li navçeya Gercûşê saet 06.00an de, dema ku wesayîta eskerî ya zirxpoş a tîpa wê kobra derbas dibû teqemeniya ku ji aliyê terorîstan va li ser rê hatibû bicihkirin hat teqandin.
Di êrîşê da ewil 4 esker şehîd ketin, 5ê wan jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Herêma Batmanê.
Piştî demekê ji eskerên birîndar 4 jî şehîd bûn û jimara şehîdan derket 8an.
Dermankirina 1 eskerên birîndar li nexweşxaneyê dewam dike.
Li herêmê operasyona esmanî ya bona girtina terorîstan dabûn destpêkirin didome.
Ji aliyên din hat ragihandin ku teqemenî beriya vê demekê dirêj li ser rê hatiye bicihkirin û rê piştî vê hatiye esfaltkirin.
Li gor agahiyan ji ber vê dedektora hêzên ewlehiyê dema fealiyetên legerînê teqemenî ferq nekiriye.