01 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2015
İSTANBUL
Li serbihura nêzî Îstasyona Metroyê ya Bayrampaşayê teqînek çêbû.
Li gorî agahiyê, piştî teqînê ekîbên polês, agirkujî û tenduristiyê sewqî ciyê bûyerê kirin.
Li qada teqînê polêsan tevdîrên dorfireh ên ewlehiyê standin. Nahêlin ku ji herêmê wesayît û peyarê derbas bibin.
Hat zanîn ku ji ber teqînê cama metroyekê şikest û ji ber hindê rêwî hatin tehliyekirin.