Elif Orhan
07 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2015
ÇANAKKALE
Li Ayvacika navçeya Çanakkaleyê 120 kesên efxanistanî yên hewl didan ku bi rêyên dereqanûnî derbasî Midîlliya girava Yewnanistanê bin, hatin girtin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin ekîbên girêdayî fermandariyên Herêmê yên Jendirmeyan a Bûrsayê û ya Jendirmeyan a Çanakkaleyê li mewqiya Yeşîk Lîmanê operasyon kirin. Di operasyonê de tespît kirin ku 120 kes xwe di nav baxçeyê zeytûnan de vedişêrin.
Ekîbên jendirmeyan dîtin ku 120 kesên hat diyarkirin ku efxanistanî ne dicemidin agir vêxistin ku ew germ bibin.
Pişt re efxanistaniyan bi minîbusan birin Qereqola Jendirmeyan a Behramkaleyê.