Nihat Kavşut
15 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2015
ÇANAKKALE
Li Ayvacika navçeya Çanakkaleyê 141 qaçaxên biyanî ku dixwestin derbasî Girava Mîdilliya Yewnanistanê bibin hatin qefaltin.
Li gor agahiyan li ser îxbarê tîmên Dermandariya Cendirmeyan a Ayvacikê li peravên gundê Ahmetçeyê 61 qaçaxên ji Sûriye, Efxanistan, Iraqê û li texma Lîmana Yeşilê jî 80 kesên ji Sûriye û Efxanistanê qefaltin.
Hat destnîşankirin ku qaçax şandin Navenda Paşvaşandinê ya Biyaniyan a Ayvacikê.
Hat diyarkirin ku bi biyaniyan ra 2 bot, motoreke botê û gelek êlegên avê hatin qefaltin.