12 Sibat 2016•Rojanekirin: 13 Sibat 2016
ANKARA
Serokatiya Sererkaniyê diyar kir ku di operasyonên duh li Cizîra navçeya Şirnexê hatin lidarxistin de 16 endamên rêxistina terorê hatin kuştin.
Di daxuyaniya ku ji ser malpera înternetê ya Serokatiya Sererkaniyê hat weşandin de hat gotin ku tevahiya Cizîrê di bin kontrola hêzên ewlehiyê de ye û operasyon li wê derê dewam dikin.
Di lêgerînên ku di 8 avahiyên cihê hatin kirin de jî cesedê 24 terorîstan hat tespîtkirin û hat ragihandin ku di seranserê operasyonên li Cizîrê hatin kirin de bi tevahî 619 endamên rêxistina terorê hatin kuştin.
Serokatiya Sererkaniyê agahiyên der barê operasyona li Cizîrê didome de di beşa bûyerên rojane yên nav welêt a ser malpera înternetê de weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku 2 tivingên Bîxiyê, 27 keleşkof, 6 debançe, 2 roketavêjên bi tîpa RPG-7, 9 fişekên roketavêjê, 18 bombeyên dest, 113 fişekên tivinga Bîxiyê, 3 hezar û 16 fişekên keleşkofê, 63 fişekên demançeyê, 6 teqemeniyên bi dest çêkirî, 129 şarjorên keleşkofê, 4 şarjorên demançeyê û gelek tiştên din hatin dîtin.
Hat gotin ku teqemeniyên bidestçêkirî hatine îmhakirin.