02 Gulan 2016•Rojanekirin: 03 Gulan 2016
DIYARBAKIR
Li Dicleya Diyarbekirê, terorîstên PKKyî êrîşeke bombeyî dijî Fermandariya Cendirmeya Navçeyê li dar xistin. Di êrîşê da eskerek şehîd ket û hinek ji wan sivîl 26 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, komeke terorîst êrîş birin ser Fermandariya Cendirmeya Navçeya Dicleyê. Di êrîşa bombeyî da eskerek şehîd ket û 26 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku hinek ji birîndaran sivîlin û ew bi helîkopter û ambûlasan rakirine Nexweşxaneya Eskerî ya Diyarbekirê. Herwiha rewşa tenduristiya 3 birîndaran di metirsiyê da ye.
Ji aliyekî din va tîmên polêsan yên ku bi mebesta teqwiyeyê ji navçeya Hênê diçûn Pîranê (Dicle), di rê da rûbirûyê êrîşa terorîsta hatin û pevçûn derket.