Abdullah Tel
20 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2018
DIYARBAKIR
Li Liceya navçeya Diyarbekirê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê hat kirin da 175 kîlogram esrar û pergala teqemeniya bidestçêkirî hat qefaltin.
Walîtiyê daxuyanî da û ragihand ku Fermandariya Cenderme ya Bajêr di 17ê berfanbarê saet 22.00an da li nav sînorên Licê operasyona ku dabû destpêkirin di 19ê berfanbarê saet 23.00an da bi dawî bû. Di operasyonê da tîmên tevgera taybet a cenderme, komando û gundparêz cih girtin.
Hat gotin ku di encama operasyonê da tupeke mezin, bolkeke ji 6 pîlan pêk dihat, 150 metre kabloya ceyranê, dûrbên û 175 kîloogram jî esrar hat qefaltin. Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku amûrên wek delîl tên hesibandin û esrar hatin muhafazakirin û yên din jî li ser telîmata Serdozgeriya Komarê li cihê lê bûn hatin îmhakirin.
Ji 175 kîlogram esrara ku hat qefaltin 100 kîlo di bexçeyê malekî da hat qefaltin û xwediyê malê S.O jî hat binçavkirin.