26 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2017
DİYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê teqemeniya destî ya li ser rê hatibû bicihkirin, hat îmhakirin.
Li gor daxuyaniya ku ji walîtiyê hat dayîn, ekîbên ewlekariyê li ser îxbarê tespît kir ku endamên PKKa rêxistina terorî li taxa Karpuzluyê li rexê rê teqemeniyeke destî bicihkirine.
Tîmên cendermeryan li ser agahiyê dest bi operasyonê kir û çûn ciyê bûyerê.
Du bîdonan de teqemeniyeke ku bi 100 kîlo amonyum nîtrat û şekir hatiye çêkirin, hat dîtin. Teqemenî ji aliyê hêzên ewlehiyê va hat îmhakirin.
Ji aliyê din ve li navçeya Licê jî di minîbêsekê de jî 214 kîlo 900 gram esrar hat bidestxistin. Der barê bûyerê kesek hat binçavkirin.