27 Gulan 2016•Rojanekirin: 28 Gulan 2016
ERZINCAN
Li Uzumluya navçeya Erzincanê berf barî ser û bintara Çiyayê Esenceyê.
Do destê sibê li navçeyê şiliyeke gur barî û hetanî êvarê dewam kir, ber êvarê jî li Çiyayê Esenceyê yê ku bilindahiya wî 3 hezar 549 metre ye jî berfê dest pê kir.
Berfa li çiyê ji navçeyê jî hat dîtin û berf ji Çiyayê Esenceyê hetanî Çiyayê Mûnzûrê yê ku bilindahiya wî 3 hezar û 258 metre ye dirêj bû û bi xêliyeke sipî hat xemilandin.
Enese Karadagê ku li navçeyê dijî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku xwe gihandin dawiya meha gulanê lê belê dîsa jî hewa germ nebû.
Karadag got li hêviyê bûn ku hewa germ be lê belê di ser da berf jî barî û wiha axivî: "Ji ber vê em serma dikin. Di meha gulanê da barîna berfê tiştekê ku bi salan carê dibe bû lê belê îcar berf hetanî bintara çiyê barî. Îro jî berf hetanî van jêran jî ket û hewa sar bû."