Sevim Hatun
08 Tebax 2016•Rojanekirin: 09 Tebax 2016
ERZURUM
Li Erziromê ji ber barana gurr lehî rabû, ji ber lehiyê gelek wesayit di rê da, xanî û karxane jî di bin avê da man.
Li navenda Erziromê piştî nîvroyê baraneke gurr dest pê kir û bi qasî nîv saetê barî.
Hemû rêyên Taxa Yûnûs Emre û yên nêzî Goristana Asrî di bin lehiyê da man.
Ji ber baran û lehiyê gelek wesayit di rê da man, konteynerên çopê li ser rêyên bin avê da man wir da wê da çûn. Ji ber lehiyê asfalta hin rêyan rabû.
Li taxê gelek xaniyên qata yekem di bin avê da man.
Ekîbên Serokatiya Rêveberiya Afat û Rewşa Acîl a Serokwezîriyê (AFAD) û kîbên saziyên din bêyî navber xebatên xwe didomînin.