İbrahim Atmaca
02 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2018
ŞANLIURFA
Li Şanliûrfayê Gobeklîtepeya ku dîroka wê 12 hezar sal e û wek "nuqteya destpêka dîrokê" tê binavkirin, ket Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê.
Di serî da Wezareta Çand û Tûrîzmê gelek saziyên navneteweyî Gobeklîtepeyê wekî "navenda perestgeha herî kevin a dinyayê" qebûl dikin û nêzî 6 sal berê jî ketibû "Lîsteya Berwext ya Mîrateyên Dinyayê" ya UNESCOyê. Gobeklîtepe di Civîna Komîteya Mîrateyên Dinyayê ya 42yemîn da ku li Behreynê hat lidarxistin, hildan Lîsteya Mîrata Dinyayê.
Saziyên civata sivîl, tûrîstên xwemalî û biyanî ji bo xebera ku Gobeklîtepe li lîsteya mîrata dinyayê hat zêdekirin, kêfxweş bûn.
Serokê Odeya Rêberên Tûrîstan ên Herêmî a Şanliûrfayê Muslum Çoban daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Gobeklîtepe yek ji qadeke dîrokî ya herî girîng a dinyayê ye.
Özellikle ilkbahar döneminde anıt alanının ciddi bir ziyaretçi kitlesini ağırladığını belirten Çoban, her geçen yıl Göbeklitepe'ye olan ilgi ve alakanın arttığını kaydetti.
Çoban diyar kir ku li Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê zêdekirina Gobeklîtepeyê him ji bo bajêr him ji bo tûrîzma herêmê baş bû û wiha dewam kir: "Heta niha herî zêde tûrîstên xwemalî Gobeklîtepe ziyaret dikir, lê piştî vî qasî acenteyên tûrê jî wê Gobeklîtepeyê têxin nav bernameya xwe ya tûrê. Ev him ji bo Şanliûrfayê him ji bo tûrîzma herêmê girîng e. Hejmara tûrîstan wê zêde bibe."
- Gobeklîtepe
Gobeklîtepe li Halîliyeya navçeya navend Şanliûrfayê nêzî taxa Orencîka ku 18 kîlomêtre dûrî navenda bajêr e û cara ewil di sala 1963yan da di xebatên lêkolînerên ji zanîngehên Stenbol û Chîcagoyê da hat dîtin û hê jî xebatên li ser bermayiyan dewam dikin.
Bi hevkariya Enstîtuya Arkeolojiyê ya Almanyayê ya Berlînê û Muzeya Şanliurfayê ji sala 1995an vir va li Gobeklîtepeyê xebat tên kirin û kevirên çikandî yên di şiklê "T"yê da hatin dîtin. Li ser keviran fîgurên heywanan hene û 3-6 mêtro bilind û 40-60 ton giran in. Tê destnîşankirin ku ji heyama neolotîk mane.
Di xebatan da bermayiyên perestgeha herî kevin ya dinyayê ku gilover û lakêşe ye û 8-30 mêtro ye hatin dîtin. Di xebatan da peykerekî însên yê 65 santîmêtro bilind û tê gotin qederê ji 12 hezar sal berê maye hat dîtin. Li Gobeklîtepeyê berhemên dîrokî yên bi vî rengî yên curbecur hatine dîtin.