19 Nîsan 2017•Rojanekirin: 20 Nîsan 2017
HAKKARÎ
Li gundekî Şemzînana navçeya Hekariyê di malekê da gelek sîlah û cebilxane hat dîtin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr xebatên li ser çavkaniyên fînansê yên PKKya rêxistina terorê dimeşînin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li ser îxbareke ku dibêje di maleke li Gunyasiya gundê Şamzînanê da amûrên qaçax hene ekîb li malê geriyan û wiha hat gotin:
"17ê nîsana 2017an di saet 14.30yî da li mal û dorberê mala kesekî geriyan, di lêgerînê da 15 tivingên nêçîrê yên oscar, tivingeke bi marqeya castelloyê, 5 tivingên bi marqeya rîcolê, 8 tivingên bi marqeya beyarmsê, 68 lûleyên tivingên nêçîrê, 4 hezar û 175 fîşengên van tivingan, 118 qundaxên tivingên nêçîrê, 77 qundaxa destan, 18 parçeyên hilgirtina tivingan, 25 parçeyên şokê yên lûleyên tivingên nêçîrê, 7 parçeyên hilgirtinê hatin girtin. Der heqê vî kesî da karûbarên fermî hatin destpêkirin û tehqîqata li ser mijarê dewam dike."