Önder Beyter
03 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2018
HAKKARÎ
Şaredariya Hekariyê dest bi xebatan kir ku "Kolana Rêya Dora Bajêr" veguherîne û bixe "Kolana Prestîjê".
Ekîbên şaredariyê bênavber xebat û fealiyetên xwe dimeşînin da ku binesazî û avahiyên ser erdê yên bajêr kuta bikin.
Di vê çarçoveyê da xebatan dest pê kir û "Kolana Rêya Dora Bajêr" dê were veguherandin û bibe "Kolana Prestîjê".
Herwiha di veguherîna nû da dê li ser kolanê rêya duçerxeyan, peyarêyên dostê astengdaran, motîfên guldexwînê werin çêkirin û herwiha dê bê ronîkirin û xebatên peyzajê dê bên kirin.
Alîkarê Şaredar Erhan Oktayê ku teseliya xebatan kir, ragihand ku ew hewl didin da ku xizmeta herî baş ji bo gelê Hekariyê bikin.