15 Nîsan 2016•Rojanekirin: 16 Nîsan 2016
MARDÎN
Li Sawûra navçeya Mêrdînê dema ku wesayîta eskerî derbas dibû teqmeniya bidestçêkirî ya ku li rê veşartibûn hat teqandin, di encama teqînê de 4 esker û polîsek şehîd ketin û 2 esker û 6 polîs jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin dema ku wesayîta bizirx a ku tê de hêzên ewlehiyê yên ku di navbera gundên Taşlik û Yazirê dewriye digeriyan hebûn derbas dibû teqemeniya bidestçêkirî ya ku terorîstan berê li rê veşartibû teqiya, di encama teqînê de 4 esker û polîsek şehîd ketin û 2 esker û 6 polîs jî birîndar bûn. .
Hêzên ewlehiyê li herêmê operasyona berfireh dan destpêkirin.