19 Îlon 2016•Rojanekirin: 20 Îlon 2016
HAKKARİ
Walîtiya Hekariyê ragihand ku qedexeya derketina derva a li gundê Kadikoy, Adakli, Bûlakli, li Taxa Mamak û Bakirli tevî mezra Dagdîbiya ser Yuksekovaya navçeya Hekariyê hatibû îlankirin bi dawî bû.
Walîtiyê daxuyand ku ji bo ewlehiya can û malê gelê herêmê li gundê Kadikoy, Adakli, Bûlakli; li Taxa Mamak û Bakirli tevî mezra Dagdîbiya ser Yuksekovaya navçeya Hekariyê qedexeya derketina derva hatibû îlankirin.
Di daxuyaniyê da cih dan van îfadeyan:
"Ji bo parastina pergala kamuyê, ji bo rê li bergirtina sûc, ji bo parastina maf û azdiyên gel, li gor benda 11/Cyê ya Qanûna Îdareya Wilayetê ya bi jimara 5442yê li gundê Kadikoy, Adakli, Bûlakli; li Taxa Mamak û Bakirli tevî mezra Dagdîbiya ser Yuksekovaya navçeya Hekariyê di 18ê îlona 2016an saet 03.00an da qedexeya derketina derva hatibû îlankirin. Hatibû destnîşankirin ku qedexe ewê heta emrekî duyemîn dewam bike. Herwiha operasyonên li herêmê bi dawî bûn, 19ê îlona 2016an saet 17.00an vir va qedexe hat rakirin. Em spasiya welatiyên herêmê yên ku di vê mijarê da hesas tevgeriyan dikin."