Muhammet Kurşun
21 Gulan 2017•Rojanekirin: 21 Gulan 2017
TEHRAN
Wezîrê Navxweyî yê Îranê Ebdurriza Rehmanî Fazli encamên kesin ên hilbijartina Serkomariyê ragihand.
Fazli civîna çapemeniyê li dar xist û ragihand ku Hesen Rûhanî sedî 57ê dengan wergirt û cara duyem bû Serkomarê Îranê
Fazli got ji sedî 99,7ê sindoqan vebûne û ji 41 milyon û 220 dengên qebûlkirî Rûhanî 23 milyon û 549 hezar û 616 deng wergirtin. Rûhanî sedî 57ê dengan wergirt û bû Serkomar.
Namzedê muhafezekaran Îbrahîm Reîsî jî 15 milyon û 786 hezar û 449 deng yanî ji sedî 38,2 wergirtin, Mistefa Mîrselîm 478 hezar û 215, Mistefa Haşimîteba jî 215 hezar û 450 deng wergirtin.