05 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2018
ÎZMIR
Li Îzmirê di operasyona dijî PKK/KCKya rêxistina terorê da 21 şikbar hatin binçavkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê di çarçoveya xebatên ji bo deşîfrekirina çalakiyên PKK/KCKyê da ji bo 25 şikbarên li ser navê rêxistinê tevlî çalakiyên bêdestûr ên li bajêr bûne biryara binçavkirinê da.
Di operasyona ekîbên Şaxa Îstixbaratê û Têkoşîna Dijî Terorê û ekîbên Serokatiya Herêmê ya MÎTê kirin da 21 şikbar hatin derdestkirin.
Di operasyona ku polêsên tevgera taybet jî piştgirî danê da deriyên nehatin vekirin hatin şikênandin.
Hat ragihandin ku hin şikbaran derî venekirin da ku wextê wan çêbe û di vê demê da xebitîn delîlan ji holê rabikin û li ser sûc hatin girtin.
Ekîb li navnîşanên şikbaran geriyan û di lêgerînê da gelek weşanên hatine qedexekirin, debançeyek û pîneyên nîşana rêxistinê, gelek amûrên dijîtal hatin girtin.
21 şikbarên hatin binçavkirin piştî kontrola tenduristiyê anîn Midûriyeta Ewlekariyê ya Îzmirê.
Ji bo derdestkirina 4 şikbarên firarî jî xebat dewam dikin.