Abdullah Tel
22 Îlon 2017•Rojanekirin: 22 Îlon 2017
ANKARA
Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) û Lijneya Wezîran wê îro bicive.
Li gor agahiyên hatin hildan bi serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan îro di saet 15.00an da wê li Kuliyeya Serokomariyê civîna MGKê bê kirin.
Di civîna MGKê da referandûma serxwebûnê ku Rêveberiya Herêma Kursdistana Iraqê (HKI) dixwaze di 25ê îlonê da bike jî di nav da li ser rûdanên hundir û derve wê bên sekinandin.
Piştî civîna MGKê di saet 18.00an da jî dîsa bi serokatiya Serokomar Erdogan Lijneya Wezîran wê bicive.
Di Lijneya Wezîran da jî tê payîn ku rewşa HKIyê û rakirina TEOGê bên nirxandin.