11 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2016
ÎSTANBUL
Hat ragihandin ku li Beşîktaşa Stenbolê nêzî Vodafone Arenayê teqîn çêbû.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxstin li Maçkayê nêzî stada Vodafone Arenayê saet 22.30yan de teqîneke mezin çêbû.
Piştî ku pêşbirka ku di Lîga Super Toto Super Lîgê de di navbera Beşîktaş û Bûrsasporê de hat lîstin nêzî stadê teqîn çêbû, hat ragihandin ku hin polêsên di pêşbirkê de peywirdar birîndar bûn.
Ekîbên polês û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê kirin. Polêsên birîndar bi ambûlansan şandin nexweşxaneyên li herêmê.
Midûrê Ewlehiyê yê Stenbolê Mustafa Çalişkan li cihê bûyerê lêkolîn kir.
Ji ber teqîna ku ji aliyê Anadoluyê jî hat bihîstin li Beşîktaş û hawirdora wê trafîk bi kontrol tê kirin.