Fatih Gazioğlu
02 Sibat 2018•Rojanekirin: 03 Sibat 2018
ANKARA
Sarp Ozer nûçegihanê Ajansa Anadoluyê (AA) yê ku di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da wezîfedar bû, di encama êrîşa bi moşek û topan hat kirin de ji dest û piyê xwe birîndar bû.
Li Efrîna herêma Sûriyeyê ya ku Artêşa Tirkiyeyê lê Operasyona Çiqlê Zeytûnê birêve dibe mensûbên rêxistina terorê roket avêtin aliyê Hatayê. Roket û topên hewayê îsabetê ciyê ku rojnamevan lê bûn kir.

Di wê radêyê de Sarp Ozerê nûçêgihanê AAyê rastî perçeyê şaranpalê hat û ji dest û piyê xwe birîndar bû.
Ozer piştî tedawiya wî ya ewil rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kirikhanê.
Hat ragihandin ku rewşa Ozer baş e.