Türkan Tosun
08 Mijdar 2017•Rojanekirin: 09 Mijdar 2017
BÎNGOL
Li navenda Bîngolê pireya Çepaxçurê ya ku li ser çemê Çepaxçurê tê çêkirin û welatî bendê ne ku temam bibe hindik ma ku biqede.
Ji ber ku pireya berê ya di navbera navenda bajêr û herêma Duzagaçê de ji çûyîn û hatinê re têrê nedikir hat hilweşandin.
Di meha adarê de çêkirina pireyê dest pê kir û hindik maye ku xebat biqedin.
Dirêjahiya pireyê 547 mêtro, beraya wê jî 28 mêtro ye. Pire li ser 16 lingan hatiye avakirin û bihayê çêkirina wê 23 milyon û 450 lire ye.
Lingên pireyê yên dawîn hatin bicihkirin û welatiyan jî bi eleqeyeke mezin xebat temaşe kirin û bi telefonên xwe yên berikan ve wêne kişandin.
Welatî Giyasettîn Tarhan ji nûçegihanê AAyê r egot ew bi kelacan xebatan dişopînin û wiha axivî: "Li ser pireya berê gelek qeza çêbûn, gelek pirsgirêkên me hebûn. Dema ku 10 santêm berf dibariya me nikaribû ku em herin çarşiyê. Ez ji bo welêt xizmeteke mezin e."
Murat Kelat jî got ew kêfxweş e ku li bajêr xizmeteke wiha tê dayîn û wiha dewam kir: "Yên ku halê berê ya pireyê dizanin haya wan ji pirsgrirêkan heye. Lewra gelek qeza çêdibûn û gelek kes mirin. Em ji ber vê xizmetê spas dikin."
Ji ber xebatên pireyê çûyîn û hatina di navbera herdu aliyan ji hêla taxên Kultur û Bahçelîevlerê va tên kirin.