Abdullah Tel
02 Hezîran 2018•Rojanekirin: 03 Hezîran 2018
ANKARA
Ji bo neqilkirina pisûlayên rayavêtinê yên ku wê di Hilbijarina Giştî ya Parlementeriyê ya Heyama 27emîn û Serokomariyê da bên bikaranîn Şirketa Anonîm a PTTyê "komîsyona hilbijartinê" ava kir.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji Wezareta Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê hilda ji bo qebûlkirina kargo, belavkirin, sewq û neqilkirina pisûlayan di Hilbijarina Giştî ya Parlementeriyê ya Heyama 27emîn û Serokomariyê da bên bikaranîn wê personelên berpirs wezîfedar bin.
Roja hilbijartinê ji bo birin û anîna rayan heta ku temam bibin û kontrolên wan bên kirin û pirsgirêkek di vê qadê da dernekeve meydanê li Sermidûriyeta PTTyê ya Enqereyê "komîsyona hilbijartinê" hat damezrandin.
Di komîsyonê da alîkarê midûrê sereke, midûrê saziyê û midûrê navenda kargoyê cih digirin.
Ji bo qebûlkirin û sewqkirina kargoyan zabitnameyên ji bo navçe, bajêr û deriyên gumrukan hatin tenzîmkirin. Bi nimareyên têlefonên taybet ên aîdê midûriyeta giştî, navnîşanên e-maîlê û faksan va wê agahî bên dayîn û tewdîrên berfireh bên hildan.
Wesayîtên PTTyê yên tê da pisûla hebin wê bi rêberiya hêzên ewlehiyê va biçin û rayan jî tevlî polês û cendermeyan teslîmî lijneyên hilbijartinê bikin.
Wezîfedarên PTTyên ku pisûlayan wê teslîmî lijneyan bikin û yan jî ji lijneyan hildin dema talukeya afet, bûyerên terorê, îhtimala dizînê û sedemên din hebin wê bikaribin ji polês, cendirme, heyeta rûspiyên gund, karmendên dewletê yên eskerî û milkî alîkariyê bixwazin.
Bi taybetî ji xebatkarên PTTyê yên ji bo sewqkirina pisûlayên hilbijartinê hatine wezîfedarkirin hat xwestin ku bila di mijara "birin û anîna pisûlayan" da hesas bin.