24 Îlon 2018•Rojanekirin: 25 Îlon 2018
KERKÛK
Ji ber ku PKKya rêxistina terorê hewl dide têkeve bajêr, dilê Tirkmenên li bajarê Kerkûka Iraqê ne rehet e. Tirkmen ditirsin ku rêxistina terorê li dijî wan komkujiyê bikin.
Tirkmenê Kerkûkê dibêjin ku terorîstên PKKê bi navê "mensûbên berê" yên pêşmerge û hêzên asayîşê vegeriyan herêmê û wan aciz dikin.
Berpirsê Teşkîlata Kerkûkê ya Eniya Tirkmenên Iraqê Muhammet Saman daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got, "PKKya rêxistina terorê cardin li hin semtên Kerkûkê bi cih bû."
Saman bal kişand ku mensûbên PKKya rêxistina terorê yên ku ketin Kerkûkê, hewl didin ku nêzî saziyên Tirkmenan bi cih bibin û wiha dewam kir: "Mensûbên rêxistina terorê nêzî avahiyên Eniya Tirkmenên Iraqê mal kirê kirine û kişiyane wir."
Saman got ku partiyên siyasî yên Kurdan ji bo ku beşdarî hikûmeta nû ya li Bexdayê bibin, ji bo Kerkûkê cardin vegera pêşmergeyan wek şert û merc datînin ber rayedarên Iraqê û ev jî fikara wan zêde dike.
Saman got, "Di nav pêşmerge û hêzên asayîşê yên Kurdan da unsûrên PKKya rêxistina terorê jî wê hebin. Em ditirsin ku PKK li dijî Tirkmenan komkujiyê bike."
Saman di nav pênc salên dawîn da bi taybetî li Kerkûk û Tuzxurmatuyê di kuştina rayedarên Tirkmen da tiliya PKKyê heye û wiha dewam kir, "Em cardin naxwazin ew rojana vegerin. Em dixwazin ku hikûmeta Bexdayê ewlehiya Kerkûkê peyda bike û çek tenê di destê dewletê da hebe."
Saman got ku ew diwazin Iraq ji hemû rêxistinên terorê were paqijkirin û wiha dewam kir: "Em naxwazin tu rêxistinên terorê yên ku Iraq û welatên cînarê Iraqê tehdîd dikin, li welatê xwe bibînin."
Hêzên hevpar ên girêdayî hikûmeta navendî ya Iraqê di 16ê cotmeha 2017an da li Kerkûkê operasyona eskerî kir û kontrola wilayetê cardin hilda destê xwe. Kerkûk ji 3 salan zêdetir di destê pêşmerge da ma.