10 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2016
DIYARBAKIR
Rêxistina terorê PKKya ku ji ber operasyonan derbeyek mezin xwar niha ji bilî leşker û polêsan, siyasetmedarên li dijî rêxistinê ne jî hedef digre û dikuje.
Li gor agahiya nûçegihanê AAyê bidest xist PKKê piştî hilbijartina giştî ya 7ê hezîrana 2015an êrîşên xwe zêde kirin. Di van êrîşan de ji bilî hêzên ewlehiyê sivîl û siyasetmedarên muxalifê xwe jî kuştin.
Rêxistinê li hember avahiyên AK Partî û HUDA PARê êrîşên bibombe kir, li ser rêyan teqemeniyan bicih kir, siyasetmedar revandin, gef li wan xwarin.
Endamên PKKya rêxistina terorê Serokê Ciwanên Navçeya Beytşebabê yê AK Partiyê Naci Adiyaman û Ahmet Budakê ku di hilbijartina giştî ya 1ê mijdara 2015an de bûbû namzedê AK Partiyê ya Hekariyê kuşt.
- Li ber çavê zarokên xwe hat kuştin
Rêxistinê beriya Cejna Qurbanê teqemenî li der û dora goristana malbata Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehdî Eker bicih kir. Herî dawîn jî li Ozalpa navçeya Wanê Alîkarê Serokê Navçeya AK partiyê Aydin Muştu li ber çavên zarokên wî kuşt.
- Beşek ji êrîşên PKKyê yên dijî siyasetmedaran
PKKyê bi operasyonên serkeftî yên li bajêr û çiya yên hêzên ewlekariyê va derbeyeke mezin xwar û li rojhilat û başûrê rojhilatê Anadoluyê gel û serokên eşîran bertekeke mezin nîşanî PKKyê didin. Beşek ji êrşên PKKyê yên dijî siyasetmedaran yên vê dawiyê wiha ne:
- Di 29ê Hezîrana 2010an da li Yuksekovaya navçeya Hekariyê endamên PKKya rêxistina terorê bombeya destan avêtin balkona mala Serokê Navçeyê yê AK Partiyê Ahmet Uçar. Di teqînê da tu kes nemir, lê di xanî da xesar çêbû.
- Seroknavçeyê Gurpinarê yê AK Partiyê Hayrullah Tanişê 46 salî di 2yê Tîrmeha 2012an da dema ku hat mala xwe ya li Wanê ji aliyê 3 mensûbên rêxistina terorê PKKyê va hat revandin. Taniş di 24ê tebaxê da hat berdan.
- Parêzer Mecît Tarhan ku li Hekariyê du serdeman Serokatiya Parêzgehê ya AK Partiyê kir, di 3yê Îlona 2012an da ji aliyê mensûbên PKKyê hat revandin. Tarhan di 5ê Cotmeha 2012an da hat berdan.
- Li Wanê tevî bernamzedê endametiya meclisa şaredariyê yê AK Partiyê Zekî Karakuş, 5 kes di 16ê Adara 2014an da rastî êrîşeke bi dar û keviran hat. Kesên ku di êrîşê da birîndar bûn, rakirin nexweşxaneyê.
- Endamên PKKya rêxistina terorê di 17ê Nîsana 2014an da li nêzîkî gundê Kurşunluya bi ser Dicleya navçeya Diyarbekirê, tevî şaredarê berê yê Bukardiya Aricaka Elazigê Abît Dogruer, 4 kes revandin. Dogruer û kesên bi pê ra di 20ê nîsanê da hatin berdan.
- Li gundê Kiyi ya bi ser Licêya navçeya Diyarbekirê PKKyiyan di 17ê Gulana 2014an da xwestin ku endamên HUDA PARê Mîkaîl û Alî Ayik birevînin û li ser vê di navbera gundî û endamên rêxistinê da rageşî derket. Di encama rageşiyê da tevî Alî û Mîkaîl Ayik 3 kes birîndar bûn.
Li Wanê Mehmet Latîf Şenerê 66 salî û esnaf wek yekî ku nêzî HUDA PARê ye tê naskirin. Şener di 17ê cotmeha 2014an da dema ku diçû mala xwe rastî êrîşa biçek hat û mir. Du terorîstan piştî ku Şener kuşt, xwestin ku tevlî qadroyên çiyê yên PKKya rêxistina terorê bibin, lê hatin girtin. Her du terorîstan du caran cezayê heta hetayê yê girankirî û 10 sal 6 meh cezayê hebsê xwarin.
Seroknavçeyê Karayaziyê yê AK Partiyê Servet Tutkun 5ê hezîrana 2015an da ji aliyê terorîstan va hat revandin û piştî ku ew derb kirin di heman rojê da hat berdan. Parêzerên Tutkun gilîdar bûn û Serdozgeriya Komarê ya Erzeromê lêpirsîn da destpêkirin.
Seroknavçeya Îspîrê yê AK Partiyê Salih Zekî Çetînkaya, Şahîn Çetînkayayê birayê wî û yekî bi wan ra ji Erzeromê dema ku diçûn Şanliûrfayê. Endamên PKKya rêxistina terorê otomobîla ku Çetînkaya tê da bûn di 29ê adara 2016an da di navbera Gênca navçeya Bîngolê û Licêya navçeya Diyarbekirê da sekinandin. Terorîstan Salih Zekî Çetînkaya revandin, birayê wî û yê din serbest berdan. Çetînkaya jî du roj şûnda dema ku terorîst di xew da bûn, reviya.
Li Beytşebapa navçeya Şirnexê di 13ê tebaxa 2016an da terorîstên PKKyî rê birîn û Serokê Şaxa Ciwanan yê Navçeyê yê AK Partiyê Nacî Adiyaman revand û pişt ra cesedê wî hat dîtin.
- Li Şemdînliya navçeya Hekariyê Menderes Ozerê (29) kurê serokê komeleya gundparêzan yê berê û endamê AK Partiyê di 1ê îlona 2016an da ji aliyê mensûbên rêxistina terorê va ji wesaîta wî peya kirin û hat revandin, paşê hat kuştin.
- Li Bismila navçeya Diyarbekirê ekîba Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Tepeyê di 10ê îlona 2016an da li ser rêya ku diçe Goristana Tepeyê di nav bîdonê da 250 kîlo teqemeniya destçêkirî dîtin, li kêleka gora dê û birayê Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehdî Eker di 5 deran 400 kîlo teqemeniya destçêkirî ku bi 8 tûpên 12 kîlo va girêdayî bûn, dîtin. 640 kîlo teqemenî hatin îmhakirin.
- Ahmet Budakê ku di hilbijartina 1ê sermaweza 2015an da di rêza 1emîn da namzedê AK Partiyê bû, li ber mala xwe ya Şemdînliya Hekariyê di 14ê îlona 2016an da rastî êrîşa biçek a terorîstên PKKyî hat û mir.
- Alîkarê Serokê Navçeya Ozapê Aydin Muştu di 9ê cotmeha 2016an da bi destê terorîstên PKKyî li ber çavên zarokên wî hat kuştin.