11 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2016
ÎSTANBUL
Di Fînala Şampiyonaya EURO 2016ê da, pêşbirka ku mudeta wê ya normal 0-0 qediya ji deqîqeyên dirêjkirinê ra ma. Di deqîqeyên lêzêdekirî da Portugalê gol avêt û Frensa 1-0 mexlûb kir.
Portugal di dîroka Şampiyonaya EUROyê da, salên 1984, 2000 û 2012ê nîvefînal ü di EURO 2004ê da jî çûbû fînalê lê Yewnanistanê ew jê daxistibû.
Portugala ku di EURO 2016ê cara duyê derket fînalê û li hember Frensaya mazûmvan bi gola Eder di deqîqeya 109an da, bi yek golê cara yekê bû Şampiyonê EUROyê.
Portugal bû 10emîn welatê cuda ku bûne şampiyonê EUROyê.
- Frensayê cara yekê di mala xwe da fînal winda kir
Frensaya ku 1-0 bû mexlûbê Portugalê cara yekê ye ku di mala xwe da fînal winda kir.
Ji aliyekî din va yarîzanê 25 salî yê Tîma Neteweyî yê Frensayê Antoine Griezmann di EURO 2016ê da, bi 6 golan, bû qralê golan.
- Portugalê Kupa şampiyoniyê sitend
Portugalê piştî ku pêşbirk qediya bi merasimekê kupa şampiyoniyê hilda.
Xavi Hernandezê yarîzanê neteweyî yê Îspanyayê berî pêşbirkê kup daxist saheyê.
Ji aliyekî din va stoperê xwedîezmûn yê Portugalê Pepe weke "Yarîzanê herî baş" yê fînala şampiyonaya EUROyê hat hilbijartin.