01 Sibat 2018•Rojanekirin: 01 Sibat 2018
HATAY
Endamên PYD/PKKya rêxistina terorê yên li Efrîna herêma Sûriyeyê bi rokêtê êrîşî Reyhanliya navçeya Hatayê kirin.
Li gor agahiyan rokêta ku ji Efrînê ya Operasyona Çiqlê Zeytûnê lê dewam dike hat avêtin li taxa Degirmen Karşiyê li malekê ket.
Hat diyarkirin gelek polês û ekîbên îtfaiyeyê şandine herêmê û li gor agahiyan ewil di êrîşê da kes nemiriye.
Hêzên ewlehiyê li ciyê bûyerê lêkolîn dan destpêkirin.