06 Sibat 2018•Rojanekirin: 07 Sibat 2018
KILÎS/EZEZ
PYD/PKKya rêxistina terorê mirazê malbata Tawîl ya li Ezezê dijîn di çavê wan da hişt û rûyê xwe yê reş careke din nîşan da.
Endamên rêxistina terorê yên ku ji xwe ra avahiyên wekî mizgeft, nexweşxane û dibistanan dikin hedef vê carê jî bûn bela serê malbata Tawîl. Malbata ku ji xwe ra diçû paleyiyê rastî êrîşa biroket a rêxistinê hat, zarokek mir û 5 kes jî ji malbatê birîndar bûn.
Li Ezezê dibistan hatine tetîlkirin û malbata Tawîl ya ji xwe ra rojane diçû paleyiyê zarokên xwe jî bi xwe ra biribû lê ji êrîşa terorî xilas nebûn.
Malbatê zarokê xwe yê mezin di Çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da şehîd da û duh jî zarokê wan ê 10 salî Abîr di êrîşa rêxistina terorê da can da.
Ji Malbata Tawîl ya xemgîn Ehmed (4), Yûsif (11), Sureyya (2) û Şeyma (13) tevlî apên xwe di êrîşê da birîndar bûn û rewşa apên wan giran e.
Dermankirina qismekî birîndaran li nexweşxaneya Ezezê dewam dike û lê Şeymaya 13 salî sewqî Kilîsê kirin ji hêla doxtorên Tirk va tê dermandkirin.
Haya Şeymayê hê jê tuneye ku birayê wê Abîr di êrîşê da hatiye kuştin û ewê jî îro li Kilîsê bê emeliyatkirin.
Amer Tawîlê birê Şeymayê yê ku li nexweşxaneyê li ber serê xwîşka xwe ye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wextê xeberdanê da kelogirî bû.
Bira Amel Tawilê car caran xwe negirt û hêstir barand diyar kir ku xwîşk û birayên wî duh danê nîvro ji bo paleyiyê çûn nav zeviyê û wiha dewam kir: "Ev rêxistin kî derdikeve pêşiya wan dikujin. Kî dibe bila be qet xema wan nîne. Jixwe ji bo wan qet muhim nîne ku kî hatiye kuştin. Evana hê zarok û sebî ne çi ji wan xwestin. Hema kî derkeve pêşiya wan lê dixin dikujin, çekên malbata min tunene. Bi tenê ji bo xebatê çûn nav zeviyê. Birayê min mir û xwîşk û birayên min ên din jî birîndar bûn."