Elif Orhan
23 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2019
AGIRÎ/ÎDIR
Li rojhilatê Anadoluyê ji ber hewaya sar li Agirî û Îdirê robar, çem û kaniyan cemed girt, di latan de şembeliyên 5 mêtro dirêj çêbûn.
Li Agiriya ku herêmê hewaya herî sar bin sifrê de 22 pile hat pîvan kolan û kuçeyan cemed girtin.
Li bajêra ku zivistan zehmet û dijwar derbas dibe bi taybetî ji ber sermaya berdestê sibê rûyê Robarê Muradê cemed girt.
Di teht û latên tanga gundê Yolyaziya rêya Agirî-Wanê şembelî çêbûn, çeman cemed girt.
Şembeliyên 5 mêtro dirêj û 3 metro fireh ên li teht û latên di daketina gund de bala mirovan dikşîne.
Tehtên şembelîgirtî yên hemberî Balafirgeha Ehmedê Xanî digel gundiyan bala wênekêşan jî dikşîne.
- Dîmenên bêhempa
Ji zarokan Emîrcan Kurt jî qal kir ku tehtên şembelî girtî dîmenên bêhempa derdixîne holê mirov ji dîtina wan têr nabe û got ku "Em vir xwe kaş dikin, dilîzin, hin kes jî tên û wêneyan dikşînin."
- Îdir
Li herêmê bajarekî din ê ku gelekî sar e Îdir e.
Germahiya hewayê li navenda bajêr bi şev heta 9 pileyan bin sifrê de dikeve û serma bi taybetî li cihên bilind tê hîskirin.
Li cihên bilind ên Tuzlucaya navçeya bajêr çem û kaniyan cemed girt.
Li bajarê ku bi berfa spî xemilî zivistan her çiqas bibe sedema zehmetiyan jî dîmenên xweşik derdixîne holê.