İbrahim Atmaca
26 Hezîran 2018•Rojanekirin: 27 Hezîran 2018
ŞIRNAK
Serokê Bajêr yê CHPê Mehmet Sadik Çelîk di kifşkirina namzedan da helwesta şaş a navenda giştî wek hincet nîşan da û got ku wan wek teşkilata bajêr ji partiyê îstifa kir.
Serokê bajêr Çelîk û rêvebiran li ber avahiya bajêr civîna çapemeniyê li dar xist û ji CHPê îstifa kir.
Çelîk di daxuyaniyê da got ku beriya 24ê hezîranê serokê bajêr yê berê Mehmet Ugur ji bo ku bibe namzedê parlamenteriyê îstifa kir, lê navenda giştî ew nekir namzed.
Çelîk destnîşan kir ku partiyê di kifşkirina namzedan da xeletî kir û ji ber vê jî hêrsa wan hatiye û wiha dewam kir:
"Em li bendê bûn ku serokê bajêr yê berê Mehmet Ugur di rêza yekem da bibe namzedê parlamenteriyê, lê kesekî ku li herêmê nayê naskirin anîn kirin namzed. Em xeletiyên kifşkirina namzedan a partiya xwe û helwesta wê ya şêlû hezim nakin. Ez dixwazim bêjim ku navenda me ya giştî di rêyeke şaş da ye. Heke Mehmet Ugurê ku bi salan e xizmeta partiyê kiriye bibûya namzed, wê teqez zêdetir deng hilda. Lê mixabin ev nebû. Ji ber vê yekê em wek Serokatiya Bajarê Şirnexê ya CHPê, serokatiya navçeya navend, serokatiya şaxa jinan, serokatiya şaxa ciwanan û serokên beldeyan îstifa dikin."
Li gor encamên nefermî CHPê di hilbijartina giştî ya parlamenteriyê da ji Şirnexê 5 hezar û 110 rey hildabû.