Fatih Gazioğlu
24 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2018
MARDÎN
Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Walî Mustafa Yamanê der barê rêyên bajêr da wiha got: "Li bajêrê me qasî 4 hezar û 700 kîlometreyî rê hene. Em ê van rêyan baştir çêbikin."
Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Walî Mustafa Yaman der bar mijarê de hin nirxandin kirin û wiha axivî:
"Li bajarê me qasî 4 hezar û 700 kîlometreyî rê hene. Em ê van rêyan baştir çêbikin. Me di sala 2017an de hezar û 100 kîlometreyî asfalta germ, 650 kîlometre jî wekî qeplema bi tevahî hezar û 750 kîlometre me çêkir. Heta dûmahiya du salande em ê qasî 3 hezar û 500 kîlometre rê çêbikin."
Yaman destnîşan kir ku bajêr wê di demekê kin da bigihê rêyên xwe yên biqalîte û wiha dewam kir: "Em niha piranî li taxên derûdorên bajêr û navendê dixebitin. Di navbera rêyên ku me gundan çêkirine û yên navendê da tu ferq tune ye. Standarta hemûyan eynî ye. Em her dem jî van reyan kontrol dikin. Rêyên Mêrdînê wê xweştir û baştir bibin înşeallah."