Türkan Tosun
07 Tebax 2018•Rojanekirin: 08 Tebax 2018
ANKARA
Nûnerê Îranê yê Rêxistina Welatên Neftê Îxrac Dikin (OPEC) Huseyîn Kazimpur Erdebîlî Rûsya sûcdar kir û got ew ji bo mueyîdeyên li ser Îranê piştgiriyê dide Amerîkayê.
Erdebîlî bal kişande ser biryara Rûsyayê ya ku hilberîna nefta rojane zêde dike û wiha axivî: "Rûsya û Erebistana Siûdî hilberîna nefta xwe ya rojane zêde kirin, ew piştgiriyê didin ambaroya Amerîkayê ya li ser Îranê."
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê ISNAyê Erdebîlî got Rûsya bi vê tevgera xwe va li dijî Peymana Kêmkirina Nefta Kurewî tevdigere û wiha dewam kir: "Ev biryara Rûsyayê hevkariya zêde ya di navbera welatên neftê derdixin de taluke ye."
Erdebîlî got Rûsya li gor feydeya Serokê Amerîkayê Donald Trump tevdigere û tevgera Rûsya û Sûriyeyê wekî "dijmintî" bi nav kir.