Elif Orhan
02 Hezîran 2018•Rojanekirin: 02 Hezîran 2018
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "(Selahattîn Demirtaş) Kesê di girtîgehê de radibe ji bo serokomariyê dibe namzed, tu bi kîjan rûyî dibî namzed? "
Serokomar Erdogan di weşana hevpar a Star TV û NTVyê de di bernameya "Seçim Ozel"ê de bersiva pirsên Nazli Çelîkê da.
- "Ji rêjeya dengan bêtir jimara parlementeran girîng e"
Serokomar Erdogan got ku "Di lêkolînên raya giştî de tu pirsgirêk tune. Bi awaykî eşkere û zelal xuya dike ku dê di tura ewil de xilas bibe. Li ser şexsê min şikir ji Xwedê re îtifaqeke mezin a gelê min heye û di avakirina parlementoyê de jî bi awayekî ku partiyên din re nayê muqayesekirin wir jî ferqeke mezin heye."
Erdogan destnîşan kir heke eleqeya ku tê nîşandan di jimarên parlementeran de jî xuya bike dibe ku parlementoyeke hêzdar ava bibe û wiha axivî: "Heke li pişt serokomar parlementoyeke hêzdar çêbe dê pêvajoya di pergala hikûmetê ya niha de bi leztir biryardayînê destpê bike. Ji rêjeya dengan bêtir jimara parlementeran girîng e. Ev dê li gelek cihan tesîreke cuda li mijarê bike. Dibe ku li hin deran rêjeya dengan zêde nebe lê dema ku we parlementer derxist wê zêde bibe. Hedefa me ew e ku em ji 300î zêdetir parlementer derxînin."
Serokomar Erdogan got ku "Ez bawer dikim ku di mijara 50+1 de di pêvajoyên ji niha pê ve de dê li Tirkiyeyê gelek partiyên siyasî piştî van hilbijartinan deyne aliyekî."
- "Em ji wan kesan in ku dizanin li vê welatê heta îro siyaset çawa hatiye kirin"
Serokomar Erdogan axaftina xwe wiha berdewam kir: "(Muharrem Înce) Dema ku li partiyê hat serdana me min îxtimal nedida ku dê pêvajoyeke meydanan a bi vî awayî çêbe lê niha ji rê derket. Bay Kemal der barê wî de hûn dizanin digot ku 'Namzedê me yê serokomariyê dê wiha nerm be, wisa kubar be filan bêvan' lê hêj di serî de ne kubarî ma ne tiştekî din. Tabiî qet negirîng e, em ji wan kesan in ku dizanin li vê welatê heta îro siyaset çawa hatiye kirin. Em ji bi zimanê ku fehm dike bi kesê hemberî xwe re diaxivin."
- Kabîneya piştî hilbijartinê
Serokomar Erdogan got ku "Hewcehiya MHPê bi me ya me jî bi MHPê heye. Xêra vê piştevaniyê ji bo Komara Tirkiyeyê ye, ji gelê Tirk re ye. Divê em vê serkeftî bidomînin. Heke Xwedê neke di qonaxeke biçûk de şaşiyek çêbe dê ji welat û gelê me biçe."
Serokomar Erdogan got ku "Heke jimar rê bide dibe ku wê çaxê ji nav Parlementoyê jî hin hevalan wek wezîr hildin vir (kabîneyê). Hemû mijar ew e ku em niha parlementoyê divê hêzdar bigirin, wir bigihêjin jimarekî. Heke em wir bigihêjin jimarekî tabi kî wir hevalên me yên ji AK Partî û MHPê dikarin di nav kabîneyeke wiha de cî bigirin."
- "Tu bi kîjan rûyî dibî namzed"
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "(Selahattîn Demirtaş) Kesê di girtîgehê de radibe ji bo serokomariyê dibe namzed, tu bi kîjan rûyî dibî namzed? "
Serokomar Erdogan wiha axivî: "(Selahattîn Demirtaş) Gotineke tenê ya namzedên serokomariyê yên niha -ji bilî me- heye ew jî çi ye? 'Divê derkeve derve û fealiyetên xwe bike.' Nêrîna xwemalîbûn, neteweyîbûn û edaletê ya van ev e. Demokrasî ev nîne. Siyaset ev nîne. Dê vî welatî xira bike, agir pê bixe pişt re jî tu dê rabî û bibêjî ku 'Derkeve, çawa dixwazî fealiyetên xwe wisa bike.' Tişteke wiha nabe. Ez bawer dikim ku di vê mijarê de edalet demildest tecelî bike û edalet dersa ku hewce dike bide van."