İbrahim Atmaca
20 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2018
ANKARA
Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî ji bo têkiliyên fermî li Enqereyê ye.
Civîna Pêncemîn a Konseya Tevkariyê ya Payebilind a Tirkiye-Îranê wê îro bi serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Ruhanî li Enqereyê were kirin.
Di civîna konseyê da ku wezîrên têkildar wê beşdar bibin, wê ji her alî va li ser têkiliyên navbera Tirkiye û Îranê bisekinin.
Di civînê da herdu alî digel têkiliyên dualî wê li ser geşedanên herêmî û navneteweyî fikrên xwe ji hev ra bêjin.