Abdullah Tel
04 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2018
ERZURUM
Muharrem Înceyê ku CHPyê ew di hilbijartina serokomariyê ya 24ê hezîranê da wek namzed nîşan dabû ji bo daxuyaniya Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu dabû saziyeke çapemeniyê got: "Sibê MYK heye, belkî encam cuda derkevin. Em ê bi Birêz Serokê Giştî ra xeberdin û vana binirxînin. Bi navbeynkariya medyayê xeberdan rast nîne."
Muharrem Înce tevî parlementerên partiya xwe yên Yalova û Boluyê li Çata navçeya Erziromê şaredarê CHPyî Arîf Hikmet Kiliç ziyaret kir.
Mensûbên çapemeniyê daxuyaniya Kiliçdaroglu ya bi sernava: "Ji bo komcivîna deresayî ezê bang nekim. Li pêş me hilbijartinên herêmî hene" bibîr xist û Înce li ser vê got: "Emê mêze kin. Niha bi Birêz Serokê Giştî ra ji ser çapemeniyê xeber şandin tiştekî xweş nîne. Ez ê pê ra xeberdim, ya rast ev e. Sibê MYK heye, dibe ku encameke cuda derkeve. Dema ez vegeriyam ez ê pê ra xeberdim."