22 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2017
ŞIRNAK
Amadekariyên bi mebesta "6emîn Kongreya Asayî ya AK Partiyê ya Wîlayetê" ku biryar e Serokomar Recep Tayyip Erdogan jî beşdar bibe, didomin.

Di çarçoveya amadekariyan de, li ser dîregên ronahiyê yên li cadeya Şehît Mehmet Îşler û ya Gaffar Okkan alayên Tirkiyeyê herwiha li ser xaniyên ku hê înşaat in wêneyên Serokomar Erdogan hatin daleqandin.

Li ser guzergaha ku biryar e Erdogan tê re derbas bibe pankartên ku li serê "Cenabê Serokomarê me tu bixêr hatî Şirnexa me" nivîsandî, hat daleqandin.

Li qada mitîngê jî flamayên AK Partiyê hatin daleqandin û amadekariyên korîdora ewlekariyê jî gihîşt asta dawîn.
Serokê Wîlayetê Şirnexê yê AK Partiyê Îbrahîm Halîl Erkan di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku amadekariyên ku ji bo serdana Serokomar Erdogan tên kirin, gihîştine asta dawîn û wiha got, "Ji tarîxa dawî ya ku Erdogan teşrifî Şirnexê kiribû, gelek tişt veguherîne. Bi saya xebatên hikûmeta me, Şirnex bû yek ji moderntirîn bajarê Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê. Ji bo kongreya partiya me û biryara amadebûna Serokomarê me, em gelekî bi coş û bi kêf in. Em hêvî dikin ku ji wîlayet û navçeyan 20 hezar kes beşdarî mitîngê bibin."