11 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2016
DIYARBAKIR
Nûnerên partiyên siyasî yên li Diyarbekirê bertek nîşanî êrîşên PKKya rêxistina terorê dan ku li dijî siyasetmedaran tên kirin.
Muhammed Akarê Serokê Diyarbekirê yê AK Partiyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku PKKya rêxistina terorê di heyamên dawîn da êrîşên xwe zêde kiriye û got ku li dijî rêvebirên partiya me êrîş tên kirin.
Akar diyar kir ku PKKyê gefan li Deryan Aktertê Serokê Şaxa Dicleyê ya AKPartiyê xwaribû ku do êvarê hat kuştin û wiha xeberda: "Di vê mijarê da ewlehiyê hişyariyê dabû teşkîlata me. Ji rêvebirên me dihat xwestin ku îstifa bikin, lê hevalên me îstifa nekirin. Serokên navçeyan guh nadin gefan."
-"Êrîşan ezm û cesareta me xurt kir"
Akar destnîşan kir, teşkîlata wilayetê ya partiyê 7 caran rastî êrîşa bibombe hat û wiha got:
"Van êrîşan ezm û cesareta me xurt kir. Em ne ditirsin ne jî paş da gav davêjin. Lewra em ji bo xizmeta vî welatî siyasetê dikin. Em dixebitin ku ji herêma xwe û ji Diyarbekirê ra xizmetê bikin. Em dixwazin wek li hemû derê Tirkiyê derfeta AK Partî û dewletê were herêma me jî. Lê em dibînin ku rêxistina terorê ya ku bûye piyonê hêzên dereke mixabin îro li Diyarbekirê agir bi malbatekê jî xist. Bila kes li bendê nebe ku em bi van êrîşan bitirsin û paşda gav biavêjin. Em ê bi hêzeke xurt li ser vê rêyê bimeşin.
- "Em bi tundî lanet li vê êrîşê dikin"
Serokparêzgehê yê Partiya Saadetê Fesîh Bozan got ku ew, kuştina Seroknavçeya Dîcleyê yê AK Partiyê Deryan Aktert a bi destê terorîstên PKKyî şermezar dikin.
Bozan bal kişand ku lîstikên hêzên dereke yên li ser Tirkiye û ernîgariya Îslamê di van heyamên dawîn da zêde bûn û wiha got, "Di nava vê lîstikê da derxistina şerê tirk-kurd û elewî-sunî jî heye."
Bozan destnîşan kir ku wezîfeya mezin a herkesî ew e ku nebin amûrê lîstika hêzên biyanî û wiha pê da çû:
"Em bi tundî lanet li vê êrîşê dikin. Kêşe û mişkuleyên heyî bi axaftinê divê bên çareserkirin. Rêya vêya jî siyaset e. Kêşe bi çek, tundî û xwînrêtinê çareser nabe. Ev, kêşeyê bêtir mezin dike.
- "Divê bilez dev ji vê şaşiyê berdin"
Serokwilayetê Diyarbekirê yê CHPê Mehmet Sayin jî got ku bi tundiyê ve tu tişt naçe serî û divê siyaset li Meclisê bê kirin.
Sayin got ku ew êrîşên li hember Deryan Aktertê Serokê Şaxa Dicleyê ya AK Partiyê û Ayin Muştiyê Alîkarê Serokê Navçeya Ozalpê ya AK Partiyê bi tundî şermezar dikin û wiha axivî: "Kî dike bila bike em li hember hemû cure tundiyê ne. Heke êrîş li hember partiyên siyasî bên kirin tu encam dernakeve holê. Li dinyaye heta niha li tu derê bi mirinan ve tu kes negihîştiye armancekê. Divê heman dev ji vê şaşiyê bê berdan. Heke ku em dixwazin di pirsgirêka kurdan de bigîhîjin çareseriyekê cihê wê Meclis e."
- "PKKya rêxistina terorê xizmetî hêzên emperyalîst dike"
Serokê Diyarbekirê yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Şeymus Tanrikulu jî diyar kir ku êrîşên li ser siyasetmedaran ên PKKê şermezar dike.
Tanrikulu destnîşan kir ku êrîşên rêxistina terorê hatin asteke wisa ku di nav civakê da dibin edema tirsê û wiha axivî:
"Piştî kuştina Ahmet Budakê ku di hilbijartina gişkî da di rêza ewil da namzedê AK Partiyê bû pêr Muştuyê Alîkarê Serokê Navçeya Ozalpê yê AK Partiyê do jî Serokê Navçeya Dicleyê yê AK Partiyê Aktert hatin kuştin. PKKya ku di xizmeta hêzên emperyalîst da ye bi van mirinan kurdan ber bi kaosê dibe, xêncî vê ev nayê meneyeke din. Em êrîşên li ser siyasetê qebûlnakin û şermezar dikin."