27 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2018
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê restorekirina Mizgefta Şêx Mutahhar a bi Minareya Çarpê ya ku li Tirkiyeyê ji xeynî wê mînakeke din tuneye û 3 sal berê di êrîşên terorîstên PKKya rêxistina terorê da zirar dîtibû, dewam dike.
Terorîstan di êrîşên xwe da zirar dan Sûra navçeya Diyarbekira ya ku bi Bircên Bajêr, Kompleksa Muzeya Îçkaleyê (Nava Kelhê), Baxçeyên Hewselê yên di Lîsteya Mîrata Çanda Dinyayê ya UNESCOyê da ye, Mizgefta Mezin a wekî Herema Şerîf a 5an tê zanîn, Dêra St. George, Xana Artukiyan, avahiyên mîmariya Osmaniyan û Komarê, meqamên pêxemberan û gorên sehabeyan jî di nav da 612 berhemên çandî lê hene.
Di nav berhemên dîrokî ku zirar dîtin da yek jî mizgefta Minareya Çarpê ye di sala 1500î da ji hêla Qasim Xanê Akkoyûnî va hatiye çêkirin. Restorekirina mizgeftê 22 meh berê dest pê kir û ji sedî 90ê restorasyonê bi dawî bûye û ji bo ku ew bigihêje Eyda Qurbanê xebat bênavber dewam dikin.
Midûrê Herêma Weqfan a Diyarbekirê Metîn Evsen daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji ber êrîşên terorê yên di sala 2015an da qewimîn bi tevahî 19 berhemên çandî zirar dîtin û wiha pê da çû: "Me heta niha restorasyona 10 berheman temam kir û ji bo temamkirina yên mayî jî xebatên me dewam dikin. Heta dawiya sala 2018an wê restorasyona hemûyan biqede."
Evsen destnîşan kir ku restorasyon ji hêla Midûriyeta Giştî ya Weqfan va tê kirin û wiha dewam kir: "Mizgefta Şêx Mutahhar û Minareya Çarpê ya ku li Tirkiyeyê mînake din a wek wê tuneye di nav berhemên herî zêde ji terorê zirar dîtine da cih digirin. Me di sala 2016an da dest bi restorasyonê kir û heta Eyda Qurbanê emê temam bikin û ji bo gelê xwe vekin.
Li her aliyê wê şopên guleyan hene. Weke li Mizgefta Fatih Paşayê hin şopên guleyan ên li vê derê jî ji bo ku bibe îbret emê jê nebin û bihêlin. Ji bo nifşên nû bibînin ku ev berhemên dîrokî rastî êrîşên çawa hatine."