10 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2016
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr ji bo ku têkiliyên di navbera ciwan û polêsan de xurt bike xebateke mînak tetbîq kir.
Ji bo ku ciwanan ji bûyerên terorê dûr bixin ev proje dan destpêkirin. Polês ji bo projeyê gihiştin xwendekarên zanîngehê û ciwanên li kolanan û ji nav wan kesên ku eleqeya wan ser tembûr û gîtarê heye diyar dikirin û ew dawetî studyoya Radyoya Polêsan dikin.
Ciwan dibin mêvanê bernameya "Anadoludan Ezgîler", li studyoyê li gîtar û tembûrê dixin û ji bo aştî û biratiyê stran dibêjin. Polês bi ciwanan re gelekî eleqedar dibin, bi wan re sohbet dikin.
Pêşkeşvanê radyoya polêsan U.S got ku li Diyarbekirê tiştên xweşik qewimîn û gelek ciwanên biqabiliyet hene.
U.S got "Bila ciwanên ji Diyarbekirê bên û vir hunera xwe nîşan bidin û bila dengê xwe bi saya radyoya polêsan bidin bihîstin" û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Bereksê atmosfera ku mensûbên rêxistina terorê dixwazin nîşan bidin polês û ciwan her dem dijî hev nînin. Em vir bi hev re stranan dibêjin. Di rabirdûya hezaran salî ya stranan de biratî, huzn, aştî, sewda, eşq û bêrîkiriina gelê Anadoluyê heye. Ew dema tên vir gelekî kêfxweş in, ez jî dema ew dibin mêvanê weşana me kêfxweş dibim. Em dê wek Radyoya Polêsan Diyarbekirê bidin nasandin û her cure derfetê pêşkêşî wan bikin."
Zuleyha A.ya ku bû mêvana studyoya Radyoya Polêsan jî qal kir ji ber ku Diyarbekir bi bûyerên terorê tê bibîranîn aciz e.
Zuleyha A.yê da zanîn ku Diyarbekir bi dîrok û çanda xwe bajarekî girîng e û wiha axivî:
"Diyarbekir bajarekî xweş e û ji ber ku ez xelkê vir im serbilind im. Ez ji dil dibêjim ku aştiyê dixwazim. Em bi stranên xwe nîşan didin ku Diyarbekir cihekî nexweş nîne. Çek û kuştin tiştên xweş nînin, werin em şûna wan stranan bibêjin. Em bi tu awayî naxwazin ku Diyarbekir bi çek û terorê bê bibîranîn. Li bajarê me muzîk û çand heye. Em dixwazin ku bajarê me bi vî awayî bê bibîranîn. Em stranên xwe ji bo aştî û biratiyê dibêjin."