26 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2015
ŞIRNAK
Li Şirnexê di encama gulebarana terorîstan de bebeka 3 mehî û kalikê wê mirin.
Li Cizîrê "Operasyona Jendirmeyê Şehîd Binefserê Biqidem Çawîş Burak Demîrcî" ya ku Hêzên Çekdarî yên Tirkiyê û hêmanên ewlehiyê dibin ser rêxistina terorê ya dabeşker berdewam dike.
Bebeka 3 mehî Mîray Înceya ku li şaneşîna mala wan a li Taxa Sûrê li himbêza meta xwe bû di encama gulebarana terorîstan de ji serê xwe birîndar bû.
Ji ber ku arîkarî hat xwestin ambûlans derket rê lê ji ber bergiriya ku tê de teqemenî hatiye veşartin û hendeka li taxê nekarî ku biçe mala li Kolana Su Qenaliyê ya li taxê.
Li ser vê yekê meta bebekê Rûkiye Înce û kalikê wê Ramazan Înceyê 73 salî bebek himbêz kirin û berê xwe dan ambûlansa 50 metro dûr. Di vê navberê de terorîstan ji piştê ve gule berdan û Rukiye û Ramazan Înce birîndar bûn. Ekîbên tenduristiyê û welatiyan bi sedyeyan malbata Înce kişan nav ambûlansê û birîndar rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Mîraya 3 mehî digel midaxaleya ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê hat kirin mir.
Birîndarên din jî ji bo dermankirinê sewqî Nexweşxaneya Aşkim Tufekçî ya li Edeneyê kirin.
Hat ragihandin ku Ramazan Înce digel hemû midaxeleyên ku wir hatin kirin mir.