Türkan Tosun
25 Hezîran 2018•Rojanekirin: 26 Hezîran 2018
ANKARA
Berdevkê AK Partiyê Mahîr Unal li CNN Turkê der barê rojevê da axivî.
Unal di daxuyaniya xwe de got: "Tevgera Muharrem Înce ya îro divê bê pîrozkirin."
Der barê daxuyaniya Muharrem Înce ya ku ji bo encamên hilbijartinê de Unal wiha axivî: "Serokomarê me him dema ku şaredar bû, him dema serokwezîr bû û him jî dema serokomar bû her tim hembêza xwe vekir, destê xwe dirêj kir. Lê hûn jî dizanin mirov nikare destekî wek kulmê ye bigre."
- " Der barê encamên vê hilbijartinê da emê raporekî amade bikin"
Berdevk Unal ji bo xebatên xwe yên piştî hilbijartinê jî wiha got: "Emê rûnên der barê encamên vê hilbijartinê da, der barê kampanyayê da ji Serokê me yê Giştî ra raporekî amade bikin. Hilbijêran ji me ra çi gotin? Kîjan peyam dan me? Emê der barê rewşa partiyên din ên siyasî de xebatên pir cidî bikin û li gor encama vê rewşa xwe diyar bikin."