Türkan Tosun
21 Hezîran 2018•Rojanekirin: 21 Hezîran 2018
ANKARA
Warêlê nefta brentê li piyaseyên navneteweyî bi 74,17 dolarî tê firotin.
Warêlê nefta brent duh bi 75,17 dolarî dest bi rojê kiribû û di nava rojê da derketibû 75,84 dolarî. Warêlê nefta brent îro serê sibê jî bi 74,37 dolarî va dest bi rojê kir û ji saet 09.26an pê va ji sedî 0,26 zêde bû û bû 74,17 dolarî. Di heman demê da warêlê nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) bi 65,39 dolarî hat firotin.
Pisporan daxuyand bihayê neftê ya ku kêm û zêde dibe, diguhere piştî daneyên hilberîna nefta xam ên ji Amerîkayê hatin eşkerekirin, kêm bû.
Îdareya Enformasyona Vejenê ya Amerîkayê duh eşkere kir hilberîna nefta xam a Amerîkayê li gor hefteyek berê rojê hezar warêl zêde bûye û bûye 10,9 milyon warêl.
Ji hêla din guhê piyasaya neftê ya kurewî li ser civîna Rêxistina Welatên Neftê Îxrac Dikin (OPEC) ya ku wê sibê li Viyanayê çêbibe.