İbrahim Atmaca
11 Îlon 2018•Rojanekirin: 12 Îlon 2018
ANKARA
Berdevkê Wezareta Karên Derva Hamî Aksoy ragihand, biryara girtina Nûnertiya Rêxistina Rizgariyê ya Filistînê (RRF) ya Washingtonê diyar kir ku Amerîkayê di Pêvajoya Aştiyê ya Rojhilata Navîn da nealîgirî ji dest kiriye.
Berdevkê Wezareta Karên Derva Hamî Aksoy bersiva nivîskî da pirsa li ser girtina Nûnertiya RRFyê ya li Washingtonê.
Aksoy li ser biryara Amerîkayê got, "Biryara girtina Nûnertiya Rêxistina Rizgariyê ya Filistînê (RRF) ya Washingtonê merivan dixe fikarê û ev biryar ji aliyekî din va nîşan dide ku Amerîkayê di Pêvajoya Aştiyê ya Rojhilata Navîn da nealîgirî ji dest kiriye."
Aksoy got ku ev biryar tenê cesaretê dide hewildanên xerabkirina vîzyonê ya çareserkirina du dewletî û wiha dewam kir: "Tirkiye wê di doza mafdar a Filistînê da li gel gelê Filistînê be û seba çareserkirineke adil û mayînde wê piştgiriya xwe ya seba hewildanên navneteweyî bidomîne."
Berdevka Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Heather Nauertê daxuyaniya nivîskî da û diyar kir ku wan biryara girtina ofîsa li Washîngtonê ya RRFyê da. Nauertê di daxuyaniyê da wiha gotibû: "Rêvebiriya Amerîkayê di çarçoveya fikara kongreyê da biryar da ku ofîsa Rêxistina Rizgariyê ya Filistînê (RRF) ya Washingtonê bê girtin."