Türkan Tosun
12 Îlon 2018•Rojanekirin: 13 Îlon 2018
LONDRA
Li Londraya paytexta Îngiltereyê di çarçoveya Foruma Donorên Kurewî da "Xelata Teqdîrê ya Xizmeta Mirovî" dan Emîna Erdogana jina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan.
Kongreya Xêrxwazên Misilman ên Dinyayê (World Congress of Muslim Philanthropists) li Londrayê Foruma Donorên Kurewî li dar xist û "Xelatên Mîrasa Xêrxwaziyê" belav kirin.
Di vê kongreyê da "Xelata Teqdîrê ya Xizmeta Mirovî" dan Emîna Erdoganê.
Emîne Erdoganê di merasima xelatê da got li dinyayê komkujî, destdirêjî û cudakarî bi eşkere tên kirin, lê li hember van dengên birûmet zêde dernakevin.
Erdoganê got civaka Tirk civakeke xêrxwaz e, ji bilî penaberan alîkariya gelek welatên Afrikayê, Xezeyê û yên din dike.
Ji bo xelatê Erdoganê got ew vê xelatê li ser navê gelê xwe yê ezîz, welat û dewleta xwe hildide û spasiya rayedaran kir.
Erdoganê behsa bûyerên Myanmar, Filistîn, Sûriye û welatên Afrîkayê yên ku êş lê tên kişandin kir û got divê ji bo wan xebatên mezin bên kirin.
Di qada perwerdehî, tenduristî, heqên penaber û astengdaran da gelek xebatên Emîne Erdoganê hene û ew xêr û alîkariyê didomîne.